Xelîl Xemgîn bertekeke gelekî tund nîşanî namzedê AK Partiyê da

29-02-2024
Nîşan Xelîl Xemgîn AK Partî Amed Sebra Dila
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermedê Kurd Xelîl Xemgîn da zanîn ku namzedê AK Partiyê strana wî bêyî ku destûra wî hebe bi kar aniye û bertekeke gelekî tund nîşanî vê yekê da.

Namzetê AK Partiyê yê navçeya Rezanê ya Amedê, bi strana Xelîl Xemgîn a bi navê “Sebra Dila” bi wesayîta hilbijartinê li bajêr geriya.

Xelîl Xemgîn piştî vê yekê bi rêya hesabê xwe yê Facebookê vîdeoyek belav kir û ev yek rexne kir.

Xemgîn da zanîn ku li Tirkiyeyê her tiştê Kurdan tê qedexekirin lê ji bo xapandina gelê Kurd stranên Kurdî bi kar tînin.

“Kurd ne Kurdê berê ye”

Xelîl Xemgîn di vîdeoya xwe de “Ev gel êdî nema tê xapandin” û wiha axivî:

“Dewleta dagirker, dewleta înkarê, dewleta zalim, dewleta Tirk.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dawiya meha Adara 2024an hilbijartinên şaredariyan pêk tên.

Pergaleke wisa ye, dewleteke zalimkar î wisa ye ku him çanda me talan dike him her tiştê Kurd, her tiştê girêdayî çanda me qedexe dike, destûrê nade.

Her wisa jî li meydanan, li qadan bi destên Kurdên xwefiroş, Kurdên bêrûmet, ewên ku minafiqtiya dînê xwe, îmana xwe, her tiştî dikin li meydanan ji bo mîtîngên hilbijartinê, ji AKP û MHPyê re stranên me dibêjin ji bo ku gel bixapînin, ji bo ku hestên însanan bixapînin.

“Gelê me êdî hişyar e”

Lê gelê me nayê xapandin, gelê me êdî hişyar e. Kurd ne Kurdê berê ye. Kurd dê li her nirxekî xwe xwedî derkeve.

Nirxê me îro di vê hilbijartinê de Partiya DEMê ye.

DEM dê bi ser bikeve û gelê me dê ti carî qada têkoşîna xwe bernede, dê neyê xapandin û guh nede minafiqan, xwefiroşan, kesên ku aniha bi her tiştekî erzan dixwazin ku gelê me bixapînin.

Ev gel êdî nema tê xapandin. Serkeftin a gelê me ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst