Cenazeyê Seîd Yûsif bi Ala Kurdistanê li Qamişlo hat veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê hunermendê navdar ê Kurd Kurdistanê Seîd Yûsif bi rêya deriyê Pêşabûrê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li bajarê jidayîk bûye bi Ala Kurdistanê bo xakê hat spartin.

Bi pêçandina bi  Ala Kurdistanê, hejmareke mezin ji xelkê Rojavayê Kurdistanê li ber deriyê sînorî pêşwazî li  cenazeyê hunermendê Rojavayê Kurdistanî Seîd Yûsif kirin ku duh bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê bibû.

Piştre cenazeyê wî di kolanên Qamişlo re derbas bû û bi merasîmeke girseyî li goristana Qidûr Beg hat veşartin.

Hevjîna Seîd Yûsif dibêje: “Me dixwest berî mirinê em bên bajarê xwe bibînin, lê mixabin em bi termê wî re hatin. Em havîn vê derê, lê em nehatin Başûrê Kurdistanê. Hemû bajarên Kurdistanê yên me ne. Hûnera wî ya 50 salî weku wî dixwest neda, miletê kurd pêre muqeser bû.”

Seîd Yûsif li bajarê Stenbolê ku ew çend sal bûn, ku ji singê ve nexweşiyek hebû û li Stenbolê çareserî werdigrt di temenê 73 saliyê de koça dawî kir û hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê veguhestina termê wî li xwe girt û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî merasîma oxirkirina termê wî pêk anî.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl jî got: “Seîd Yûsif ciheke taybet di nav huner û rewşenbîriya Kurdî hebû. Çi li vir û çi li tevahiya Kurdistanê, alîkariya hûner û awaza kurdî kiriye.”

Li ser daxwaza wî, li goristana Qidûr Begê yaa bajarê Qamişlo bi amadebûna hejmarek ji hunermend kesayetên siyasî û welatiyan bi axê hat spartin, ev xewn hat bicîkirin, lê xewna wî ya derbarê dîtina Kurdistana mezin û serbixwe de pêk nehat û çû gorê.