MAZLUMDER: Êrişên li ser Rûdawê nayên qebûlkirin!

Amed (Rûdaw) – Komeleya MAZLUMDERê qedexekirina xebatên Rûdawê li Kobanî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şermezar kir.

Komeleya MAZLUMDER di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Kî be, ji kê bê bila bê, kiryarên bi vî awayî mafê mirovan binpê dike nayê qebûlkirin û em şermezar dikin.”

Di daxuyaniya Komeleya MAZLUMDERê de hat amaje kirin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), pêwîst e bêmerc girêdayê standartên hiqûka navneteweyî, prensibên mafên mirovan û hiqûka şerî bîmine.

Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye nivîsandin: “Mixabin kiryarên binpêkirina mafên mirovan ên PYDê yên li herêma di bin kontrola wê de, ne di çarçoveya lixwegirtina xwesriya demokratîk de ne.”

Komeleya MAZLUMDERê herwiha di daxuyaniya xwe de bal kişandiye li ser raporên derbarê “binpêkirinên mafên mirovan” ên ji aliyê PYDê ve û bi vî awayî bang li PYDê kiriye:

“-Divê li gor rêkeftin û yasayên navnetewî û rêveberiyek pirralî tevbigere.

- Divê êrişên xwe yên li ser azadiya çapemeniyê û maf û azadiya kesan bidawî bîne.

-Bila bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî ji bo xebatên aliyên dijber nebe asteng.

-Bila mafê xwediyaniyê yên kesên ku ji ber şer bi zorî koçber bûne, binpê neke.”