Amed - Kesekî bûrayê xwe kuşt

29-01-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Erxenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bûrayê xwe bi çekê kuşt.

Li gorî zanyariyan di navbera G.G. û bûrayê wî yê 40 salî A.B. de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du pev çûn û G.G. gule berda bûrayê xwe û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê A.B. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê lê tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku zavayî wî G.G. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û karûbarên yasayî yên derbarê wî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst