Hilbijartina dersa Kurdî dest pê dike: Haya ji sedî 80yê Kurdan ji dersa bijarte nîne

29-01-2025
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Serkan Ramanli û Suphî Ozgen /Wêne: Rûdaw
Serkan Ramanli û Suphî Ozgen /Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdî Dersa Bijarte Serkan Ramanli Suphî Ozgen HEZKURD HUDA PAR
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema serlêdana dersên bijarte nêzik dibe.

Her çi qasî ji hêla Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ve ew dem nehatibe diyarkirin jî hazirî û xebatên ji bo vê pêvajoyê ji niha ve dest pê kiriye.

Komeleya HEZKURDê ragihand ku ew dê îsal kampanyayeke berfirehtirîn li gelek bajaran bidin meşandin.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê sala çûyî dora 35 hezar zarokan dersên Kurdî hilbijartine û tê payîn ku îsal ew rêje zêdetir bibe.

"Ji bo dersa Kurdî divê em bi malbatan re bikevin têkiliyê"

Serokê Komeleya HEZKURDê Sûphî Ozgen li ser bernameya kampanyayên xwe wiha got:

"Em dixwazin ji salên çûyî profesyoneltir bixebitin. Di vê de em dê piranî bi malbatan re bikevin têkiliyê.

Çimkî malbat, dê û bav dersê dibijêrin lê ji xeynî wî jî wekî salên berê li derve jî, bi medayayê re û birêvebiriyên dibistanan re jî têkiliyê deynin."

"Her zimanek wekî ayeta Xwedê ye"

Beriya ku wextê serlêdanan bê eşkerekirin HUDA PAR jî îsal zûtir ketiye nava kar û xebatan

Bi boneya serlêdanan dersên kurdî li Stenbolê bi beşdariya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu panêlek hate lidarxistin.

Yapiciogli di axaftina xwe de got ku her zimanek wekî ayeteke Xwedê ye û divê malbat giringiyê bidin hilbijartina dersên Kurdî.

Her wiha Yapicioglu amaje bi qedexeyên li ser Kurdî jî kir û daxwaz kir da givaş û qedexeyên sedsala çûyî êdî li holê nemînin.

"Haya ji sedî 80yê Kurdan ji dersa bijarte nîne"

Parlementerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli wiha axivî:

"Tiştê ku me fêm kir, gelê Kurd ji sedî 80yî hîn nizane ku van dersên bijarte li dibistanên navîn hene, haya wan ji vê îmkanê tine.

11 sal in ev îmkan heye, ne bes e lê lazim e ev îmkana ku di destê me de ye ji destê xwe bernedin, gav bi gav heta ku perwerdeya bi zimanê me îmkanek bi dest bixin.

Heta ku zimanê me bibe zimanê fermî em dê gav bi gav mucadeleya xwe dewam bikin"

Werzê serlêdana dersên bijarte piştî betlaneya somestrê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê dike.

Dem û dîrok hîna ne diyar e lê îsal hedefa saziyan ew e hejmara serlêdanan bigihîje 50 hezar kesî.

Sala çûyî 31 hezar û 199 zarokan dersa bijarte ya Kurmancî 3 hezar û 805 zarokan jî dersa Kirmancki (Zazakî) hilbijartibû.

Li Tirkiye ji sala 2012an vir ve li dibistanên navendî dersên Kurdî wekî dersên bijarte têne dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst