Hewlêr (Rûdaw) – Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê Daniel Rubinstein da zanîn ku Amerîka dê piştgiriya xwe ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bidomîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê bi Balyoz Daniel Rubinstein re civiya ku karên Balyoza Amerîkayê ya Îraqê bi rê ve dibe.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de mijarên wekî, “pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên parlamentoyê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, yekkirina Pêşmergeyan û pêvajoya reformên li Wezareta Pêşmergeyan, rûdanên li Sûriyeyê û rewşa herêmê” hatine gotûbêjkirin.
“Amerîka dê piştgiriya xwe bidomîne”
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, "Balyoz Rubinstein tekezî li ser pabendiya Amerîkayê ya bi berdewamiya hevkarî û piştgiriya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî jî ji bo hevkarî piştgiriya Amerîkayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî jî ji bo hevkariya di têkoşîna li dijî terorê de spasiya Amerîkayê kir.”
Li gorî daxuyaniyê, “Her du aliyan li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriya li herêmê û xebata ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde li hev kir.
Her wiha derbarê rewşa Êzidiyên li Şingalê û Mesîhî û pêkhateyên li Deşta Nînowayê, bîr û rayên xwe parve kirin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûye û çend mijarên din ên di çarçoveya “berjewendiyên hevbeş” de jî hatine nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse