Li Dêrsimê kûçikên bêxwedî zêde bûne

29-01-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Kûçikên Bêxwedî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, zêdebûna kûçikên bêxwedî bûye pirsgirêk û xelkê bajar dixwaze li hemberî êrişên kûçikan tedbîr bên wergirtin.

Li Dêrsima ku tundî li dijî heywanên kolanan nayê bikaranîn, xelk dixwaze li hemberî zêdebûna kûçikên bêxwedî û êrişên wan tedbîr bên standin.

Li her kuçe û kolaneke Dêrsimê du-sê kûçik hene û ajaldostî jî pîvaneke bingehîn a çanda xelkê bajêr e.

Lê niha hejmara kûçikan bêxwedî gelekî zêde bûye û ev jî bûye pirsgirêk. 

Gelek kes gazinan dikin û daxwazin rê li ber vê zêdebûnê bê girtin.

“Ez ji nexweşiya harbûnê jî ditirsim”

Nişteciha Dêrsimê Yildiz Çelîkê got:

“Kurê min li beramberî ajalan gelekî hestyar e û ji wan gelekî hez dike.

Lê tevî wê jî ez hewl didim zêde nêzîkî wan nebe, ji ber ku ajel carinan bi carekê re birçî dibin û har dibin.

Dibe ku nexweş jî bin, ji ber li derve ne, em nizanin çi dixwin. Ez ji nexweşiya harbûnê jî gelekî ditirsim.”

“Bila kûçikên bêxwedî kom bikin”

Nişteciheke din a Dêrisîmê Alev Talayê jî got:

“Ez bangî rayedaran dikim, bila kûçikên bêxwedî kom bikin, zarokên me nikarin li kolanê bimeşin.

Keça min ji kûçikan ditirse, nikare biçe dibistanê, nikare biçe parkê û ji xwe re bileyîze.”

Dêrsim bajarê herî biçûk ê Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî amarên fermî niha li vî bajarî 3 hezar û 500 kûçik û pisîkên bêxwedî hene.

Lê tevî wê yekê jî 13 sal in li ti navendên ewlehiyê derbarê tundiya beramberî ajelan ti gilî nehatine kirin.

Ajaldost dixwazin bi awayekî zanistî rê li ber zêdebûna kûçikan bê girtin.

“Mixabin em cihên wan sînordar dikin”

Kesekî bi navê Seher Ozyurtê jî got:

“Di encamê de ev kolan cihê wan e jî û mixabin em mirov cihên wan sînordar dikin.

Lewra ez li dijî tundiya li beramberî ajelan û xistina nav stargeha me. Ji bo parastina wan, kar dikeve ser milê me.”

“Wan yasaya nû ya kuştinê hilbijart”

Alîkara Serokê Komeleya Parastin û Jiyana Ajalan a Dêrsimê Dilşah Makê jî got:

“Heta niha yasaya 5199ê digot li cihê ku lê ye bixesîne, derziyê lê bide û bila bijî.

Lê ti sazî û rêvebiriyên herêmî ew yek pêk neanîn û berevajî wê, wan yasaya nû ya kuştinê hilbijart.

Helbet em fêm dikin ku niştecihên me ji ber bûyerên êrişên ku demên dawî li bajarê me qewimîne, bi fikar in.

Em ji mirovan hêvî nakin ku ew ji ajelan pir hez bikin lê em hêvî dikin ew rêzê li mafê wan ê jiyanê bigirin."

Tevî ku li gorî yasayan, şaredariyên navçeyan neçar in ji kûçikan re sitargehan çêkin û wan li wir kom bikin û derman bikin jî heta niha li piraniya navçeyên Dêrsimê ew yek nehatiye pêkanîn û stargeh nehatine çêkirin.

Ji ber wê her ku diçe pirsgirêka ajelên bêxwedî li vê parêzgehê mezintir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst