Li Sêrtê hemû çalakî hatin qedexekirin

29-01-2025
RÛDAW
Nîşan Sêrt Qedexe Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku li ser Şaredariya Sêrtê qeyûm hat danîn û nerazîbûna xelkê zêde bû, Parêzgariya Sêrtê hemû çalakî 10 rojan qedexe kirin.

Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaşa ku doh bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, îro ji kar hat dûrxistin.

Li şûna wê Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya wekî qeyûm hat danîn.

Xelkê Sêrtê ji demjimêrên sibehê ve li pêşiya şaredariyê kom bû û nerazîbûn nîşanî biryara qeyûm da.

Parêzgariya Sêrtê piştî nerazîbûnan ragihand, li tevahiya parêzgehê ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî destûrê didin hemû cure çalakî ji 29ê Kanûna Paşîn a 2025 heta 7ê Sibata 2025an hatine qedexekirin.

Hinceta biryarê

Parêzgariyê diyar kir ku biryar bi hinceta “dabînkirina hêmanên bingehîn ên komarê, yekîtiya dewlet û milet a ku nayê dabeşkirin, ewlehiya neteweyî, aramî û ewlehiya raya giştî, rêlibergitina tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” hatiye dayîn.

Parêzgariyê da zanîn ku civînên vekirî, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanya îmzeyan, vekirina standan, merasîmên biaxspartinê, bîranîn, şahî, konser û hemû çalakiyên bi vî awayî hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst