Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel maf û yekrêziya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, kar û xebatên berdewam ên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de li ser bipêşketinên di muzakereyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin hatin kirin.
Her wiha her du aliyan girîngiya berdewamkirina diyaloga berdewam a di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de anîn ziman.
Barzanî û Durel tekezî li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêk di çarçoveya têgihiştina hevbeş û li gorî destûrê çareser bibin.
Her du aliyan rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir û bi taybetî bipêşketinên dawî yên têkildarî pirsgirêka Kurdan a li wî welatî hatin nirxandin.
Barzanî û Durel girîngiya yekîtî û hevgirtina Kurdan û her wiha parastina mafên hemû pêkhateyên cuda yên li Sûriyeyê jî anîn ziman.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî amade bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel pêşwazî kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 29, 2025
📸 Serokatiya Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/7njnZixLts
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse