Bakirhan: Qeyûm kevneşopiyeke kolonyal e

Tuncer Bakirhan / Wêne: Medyaya Civakî

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê danîna qeyûm a ser Şaredariya Sêrtê got, “Danîna qeyûman a ser şaredariyan û guhnedana îradeya gelê Kurd kevneşopiyeke kolonyal e.”

Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaşa ku doh bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, îro ji kar hat dûrxistin û li şûna wê qeyûm hat danîn.

“Îradeya gel dê zîhniyeta dagirker têk bibe”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Em danîna qeyûm a li ser Şaredariya me ya Sêrtê red dikin. Îradeya gel dê zîhniyeta dagirker têk bibe.”

Bakirhan diyar kir ku rêbaza danîna qeyûman, guhnedana îradeya gelê Kurd e û kevneşopiyeke kolonyal e.

“Fêlbaziyeke siyasî ye”

Bakirhan wiha berdewam kir:

“Vekirina lêpirsîna li dijî hevşaredarên me bi hincetên çêkirî û dayîna cezayan, ji bo ku rê li ber qeyûmên nehiqûqî veke, fêlbaziyeke siyasî ye.

Aştî û demokrasî û sextekariya siyasî bi hev re nabin. Yên ku rêzê li vîna gel nagirin, xirabiya herî mezin li vî welatî dikin.

Guhnedana îradeya gelê Kurd a bi rêbaza danîna qeyûman kevneşopiyeke kolonyal e.

“Hewldaneke pûç e”

Di sedsala 21ê de birêvebirina gelê Kurd a bi rêbazên kolonyal hewldaneke pûç e.

Em vê zîhniyetê bi tundî red dikin ku saziyên gel ê ku nekarî li ser sindoqan bi dest bixe bi rêya daraz û îdareyê xesb dike.

Îradeya gelê Sêrtê ew qasî xurt e ku dikare hemû hîleyên siyasî, komplo û xesban bin ax bike.

Em careke din bangî her kesî dikin ku bibin alîgirê demokrasiyê.”