Wezaretê qeyûm danî ser Şaredariya Sêrtê

29-01-2025
Nîşan Sêrt Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm danî ser Şaredariya Sêrtê.

Polîsan jî Şaredariya Sêrtê dorpêç kir û ji hevserokên şaredariyê re got ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin.

Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê, doh bi hinceta “endamdiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaşê birî.

Sofya Alagaş li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê ji ber xebatên rojnamegeriyê dihat darizandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), polîsan şaredarî dorpêç kiriye, alayeke Tirkan bi avahiyê ve daleqandiye û hevserokên şaredariyê re gotiye ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku dorpêç berdewam dike û gel jî li ber şaredariyê kom bûye.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî ragihand ku Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya bûye qeyûm.

Divê were gotin ku Şaredariya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di destê DEM Partiyê de bû.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an qeyûm danîne ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sêrtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst