Li Bazarcixê bi hêza 3,6 pileyan erd hejiya

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erdhej Bazarcix
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê  Kurdistanê careke din bi hêza 3,6 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Bazarcixê ya Mereşê demjimêr 12:31ê bi hêza 3,6 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 11,6 kîlometreyan di binê erdê de bûye. 

Beriya sê rojan jî li navçeya Mirûnê ya Meletiyê jî bi hêzên 5,2 û 3,5 pileyan du erdhej çêbûbûn.

Pisporan hişyarî dabû ku ew çaverê dikin erdhejên mezintir çêbibin.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst