Wan: Agir bi malê ket, zarokekî şeş mehî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê agir bi xaniyekî yekqatî ket û di encamê de pitikekî 6 mehî canê xwe ji dest da.

Bûyer şevê borî li gundê Yadîgarê qewimî ku 40 kîlometreyî dûrî navçeya Qelqeliyê ye.

Demjimêrên şevê ji ber sobeyê agir bi mala Nurettîn Guler ket.

Kesên derdorê dema dît ku dûman ji malê radibe aliyên pêwendîdar agahdar kiri û wan hewl da agir vemirînin.

Tîmên Parastina Sivîl çûn cihê bûyerê û agir hat kontrolkirin lê pitikê 6 mehî Şerzan Guler canê xwe ji dest da.

Tîman du zarok û dayîka wan Guler Guler ên ku ji ber dûmanê bêhiş ketibûn veguhastin nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, bavê zarokan Nurettîn Guler ne li malê bûye û ji bo kar çûye bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê.