Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê bidarvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir.
Îranê îro danê sibehê 4 girtiyên Kurd ên bi navên Wefa Azerbar, Muhsîn Mazlûm, Pijman Fatihî û Mihemed Feramerzî ku li Girtîgeha Qizilhîsara Kerecê dihatin girtin tevî hemû bangan jî îdam kirin.
Ev îdamkirin rastî bertekên mezin hatin.
Baroya Amedê jî bertek da îdamkirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd
Baroya Amedê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
“Nûçeya ku li Îranê 4 Kurdên muxalif hatin îdamkirin di raya giştî de cih girt.
Cezayê îdamê; cezayek û kiryareke binpêkirina mafên mirovan û nemirovî ye.
Cezayê îdame ji ber ji ber dema pêkanînê û awayê pêkanîna wê li dijî rûmeta mirovatiyê ye.
Em pêkanînên îdam û înfazê û biryarên ku di encama pêvajoyên darazê yên neadil de bi taybet li dijî mûxalîfên Kurd bi awayekî keyfî hatine girtin şermezar dikin.
Wekî Baroya Amedê, em bang li dewleta Îranê dikin ku li gorî erkên ku di belgeyên navneteweyî de hatine nivîsandin, bi taybetî mafê jiyanê û rêzgirtina nirxên mirovî tevbigerin û civaka navneteweyî jî li hember bidarvekirinê helwest nîşan bide.”
İran’da 4 muhalif Kürd’ün idam edildiği haberleri kamuoyuna yansımıştır.
— Diyarbakır Barosu (@Diyarbakirbaro) January 29, 2024
İdam cezası; insan haklarına aykırı, gayri insani bir ceza ve uygulamadır. Ölüm cezası, uygulama süreci ve yerine getirme biçimi itibariyle insanlık onuruna aykırıdır.
Kürt muhalifler başta olmak üzere,…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse