Êrişên Tirkiyeyê krîza sotemeniyê dijwartir kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên Tirkiyeyê yên li wêstgehên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê kûrtir kiriye.

Gelek wêstgehên elektrîk û petrolê di encama bombebarana Tirkiyeyê de ji kar ketin.

Li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser krîzeke tund a kêmbûna sotemeniyê derketiye.

Ji ber vê yekê jî xelkê Rojavayê Kurdistanê di vê sir û sermaya zivistanê de bê sotemenî maye.

Li gundê Girbikêlê yê Tirbespiyê bi sedan welatî li ber benzînxaneya gund ketine dorê da ku çend lître benzîn wergirin.

Mafnas Cano Şakir ji bajarê Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bandora vê kirîza kêmbûna sotemeniyê ya li ser jiyana xelkê kir.

“Tenê mazot û benzîna biha peyda dibin”

Mafnas Cano Şakir got, "Jixwe ji berê ve xelkê herêmê derbarê dabînkirina mazot û benzînê rastî zehmetiyan dihatin.

Piştî êrişên dawî yên Tirkiyeyê yên li ser santralên elektrîk, gaza û petrolê, ev zehmetî dijwartir bûne.

Niha ew benzîn û mazota ku bi kartan dihate belavkirin peyde nabe. Bi tenê ew benzîn û mazota biha peyda dibin.

Li aliyê din ew mazota ku li cotkaran dihatin belavkirin berê lîtreya wê 500 lîreyî bû, niha nirxê wê gihîştiye 900 lîreyî.

Ev sir û seqeme ku çêbûye bondoreke gelekî xirab li ser jiyana malbatan dike ji ber ku ew mazota ku li wan dihate belavkirin, ji meha 11an ve bi dawî bûye û ji xwe re li çareyekê digerin."

Li Rojavayê Kurdistanê herî dawî, berî van êrişên Tirkiyeyê, komînên Rêveberiya Xweser mehane botleyeke gaza malê bi 11 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo her malbatekê peyda dikir.

Niha botleyeke gaza malê, bi kartekê bi 157 hezar lîreyên Sûriyeyê tê firotin.