Li Siwêregê tabelaya AK Partiyê hat danîn

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg AK Partî Mehmet Kasim Gulpinar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, piştî ku parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Rêveberiya AK Partiyê Mehmet Kasim Gulpinar îstifa kir tabelaya AK Partiyê hat danîn.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê, Endamê Rêveberiya AK Partiyê û Şêwirmendê Recep Tayyîp Erdogan, Mehmet Kasim Gulpinar ji ber pirsgirêkên di diyarkirina berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de ji hemû erkên xwe îstfa kir.

Gulpinar piştî îstifayê bû berbijêrê Partiya Yeniden Refahê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê.

Piştî îstifaya Gulpinar li Rihayê gelek endamên bajar û navçeyan û endamên meclîsa şaredariyan ji AK Partiyê îstifa kir.

Îro jî endamên AK Partiyê yên Şaxa Siwêregê û baskên ciwanan ê Siwêregê bi awayekî kom îstifa kir.

Tenê Serokê Şaxa Siwêregê Nedîm Lale ji erkê xwe îstifa nekir.

Piştî îsifaya rêxistina Siwêregê tabelaya AK Partiyê ya Şaxa Siwêregê ya li Taxa Cami Kebirê hat danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst