Mam û birazî, yek cerdevan û yek gerîla di heman pevçûnê de hatin kuştin

29-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna cerdevanê bi navê Nîmet Encu hat kuştin de biraziya wî ya gerîlaya PKKê Evîn Encu jî canê xwe ji dest daye.

Artêşa Tirkiyê roja Şemiyê 21ê Çileya 2023an, li herêma Besta ser bi parêzgeha Şirnexê ve li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kiribû.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû ku roja 22yê Çileyê cerdevanê fermandeyê tîmê Nimet Encû di dema operasyonê de hatiye kuştin.

Di pevçûnên ku 2 rojin berdewam kirin de, hat zanîn ku 6 gerîlayên YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor medyaya Tirkiyê, ji bo otopsî û zelalkirina nasnameyan, cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Pêr 3 cenaze hatibûn teşhîskirin radestî malbatan hatibûn kirin. 

Herwiha li gor medyaya nêzîkî PKKê ji sê cenazeyên ku li nexweşxaneyê mabûn yek yê Raif Kutlak bû û duh malbatê cenazeyê wê teşhîs kir û birin Wanê.

Ji aliyê din ve derket holê ku yek ji gerîlayên YJA Starê Evîn Encû ya biraziya cerdevanê Nimet Encû ye ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku ji malbatê re hatiye gotin heya şîna Nîmet Encu neqede dê cenazeyê Evîn Ecnu radest nekin, lewma cenazeyê Encu hêj li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst