Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê ji ber berfê rêyên 1028 gundan hatin girtin

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan Berf Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde rêya 1028 gundiyan hat girtin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê ku doh destpêkiribû îro jî berdewam e û di encama berf û pûkê de rêya 345 gund û gundikan hatiye girtin.

Li gor agahiyan li parêzgeha Wanê îro Yekşemê 29ê Çileyê 2023an barîna berfê berdewam e û ji ber berfa zêde rêya 345 gund û gundikan ji çûnûhatinê re hatiye girtin. Her wiha tîmên girêdayî Rêveberiya Rêyên Bejayî ya bajêr bi armanca paqijkirina rêyan dest bi kar kirine û li navenda bajêr jî caddeyan paqij dikin. Rêveberiyê ragihandiye ku dê kar û xebata wan berdewam be.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê doh 28ê Çile barîna berfê dest pêkiriye û berdewam e. Li parêzgehên wek Şirnex, Xarpêt û Çewlîgê jî bi giştî nêzîka rêya 372 gund û gundikan hatiye girtin.

Colemêrg

Berfa ku bi şev li navenda bajarê Colemêrgê û navçeyên wê da ber xwe, di çûnûhatinê de astengî derxistin.

Li navenda bajêr û navçeyên ku ji ber berfê spî bûn ajokaran di trafîkê de zehmetî kişandin.

Li gor Rêveberiya Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Parêzgehan, li seranserî bajêr rêya 176 gund û gundikan hat girtin. Tîmên têkoşîna berfê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirine.

Tîmên rêyan û şaredariyê jî li ser rê û peyarêyan xebatên paqijkirina berfê kirin.

Bedlîs

Rêveberê Karûbarên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Parêzgeha Bedlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfa ku li bajêr bi bandor bûye li seranserî parêzgehê rêyên 282 gundan hatin girtin.

Kurtkan, destnîşan kir ku ji bo vekirina rêyan bi 80 personel û 60 wesayîtan dest bi xebata têkoşîna berfê kirin.

Tîmên şaredariyê û rêyan li ser kuçe û kolanên sereke xebatên paqijkirina berfê kirin.

Welatiyan berfa ku li ser wesayitên xwe û li ber cihên xwe yên kar kom bibû paqij kirin.

Mûş

Ji ber berfa ku duh êvarê li Mûşê bariya rêyên 225 gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şêxmûs Yentur diyar kir ku barîna berfê li bajêr bi bandor bû.

Yentur diyar kir ku tîm li ser rêyên girtî dixebitin û got, “Li bajarê me rêya 225 gundan hat girtin. Tîmên me duh bi şev di xebatên xwe da rêyên 44 gundan vekirin, lê ji ber berfê dîsa rê hatin girtin. Em dewam dikin. Ji bo çûnûhatina welatiyan em bi 58 makîneyên înşaatê û 100 personelan bixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst