Ciwanekî Sûrî li ser sînorê Serê Kaniyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên Tirkiyê ciwanekî Sûrî li ser sînorê nêzîkî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kuştin.

Li gorî malbata ciwanê ji Dêrazorê Menaf El Iwiyêd yê 30 salî, dema ku Menaf xwestiye ji bajarê Serê Kaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji bo ku ji wir biçe Ewropa, leşkerên Tirkiyê ew gulebaran kirine û kuştine.

Menaf El Iwiyêd ji bajarokê Biqris Tehtanî yê Dêrazorê bû, ji ber rewşa xerab a navçeyên di bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê de dixwest koçberî Ewropayê bibe.

Roja 25ê Çileya 2023yan jî welatiyê bi navê Memdûh Ehmed Mûsa yê ji gundê Mizgeft yê Tirbespiyê xwestibû bi rêya Serê Kaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û ji wir xwe bigihîne Ewropa, lê cendirmeyên Tirkiyê li nêzîkî gundê Ezîziyê yê Serê Kaniyê ew gulebaran kiribû û kuştin, piştre ji bo nexweşxaneya Rihayê hatibû şandin.

Memdûh 38 salî bû, li Libnanê kar dikir, vegeriyabû Tirbespiyê û dixwest biçe Ewropa.