HESEKE – Li Xiwêranê di navbera şervan û DAIŞiyan de şer derket

29-01-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Xiwêran DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Xiwêran a Hesekê şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û şaneyeke DAIŞê de derketin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, îro Şemiyê, di dema ku hêzên Asayişê xebata paqijkirina taxa Xwêran li başûrê bajarê Hesekê birêve dibir, şaneyeke çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Asayişê kirin.

Li gor heman çavkaniyan, ew şaneya DAIŞê ji 5 çekdaran pêk dihat û di encama şer de, çekdarek ji wan hat kuştin.

Çavkaniyên xwecihî herwiha dan zanîn ku ew pevçûn li nêzîk dibistana Fatîme el-Zehraa ya li nav taxa Xwêran derketin.

Ev operasyona hêzên Asayişê di berdewamiya paqijkirina herdu taxên Xiwêran û Zihûr ên bajarê Hesekê de tê pêkanîn.

Roja 20ê Çileyê derdora demjimêr 19:30an çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh birin ser zindana Sînaa ya li Xiwêrana Hesekê û di encama şer û pevçûnên dijwar de ku nêzikî 6 rojan berdewam kir, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên asayişê êrişên DAIŞê têk birin û roja 26ê vê mehê zindan bi temamî kontrol kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst