VIDEO - Tirkiyê quntara çiyayê Metîna bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyê sînorê qeza Amêdî ya ser bi Duhokê ve bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê ragihand, îro balafirên şer ên Tirkiyê nêzî gundê Sigêrê li quntara Çiyayê Metîna li sînorê Amêdiyê bombebaran kirin.

Ziyana bombebaranê

Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman ji Rûdawê re ragihand, ziyana bombebaranê nebûye, lê tirs li nav xelkê herêmê belav bûye.

Ev bombebarana balafirên Tirkiyê di demekê de ye ku Tirkiyê van salên dawîn bejayî û asmanî êrişên li nav sînorên Başûrê Kurdistanê zêde kirine.

Li aliyê din ji ber topbarana artêşa Tirkiyê li gundê Hirur ziyan gihand mal û mêşên hingiv ên welatiyekê.

Daxwaza ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Welatiyê bi navê Hecî Îbrahîm ku rûniştvanê gundê Hirur ê ser bi Kanî Masê ya Amêdiyê ve ye, di vîdyoyekê de daxwaza alîkariyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Halê me û Tirka ev e. Em daxwaz ji hikûmeta xwe dikin bo me rêyekê bibîne. PKK an jî ti kes nehatiye vir.”

Hecî Îbrahîm di wê vîdyoyê de ku li torên civakî belav bûye, ji Rûdawê re ragihand, ji ber topbarana Tirkiyê ziyan gihişt 20 kewarên mêşan.

Li gor zanyariyên wî welatî, topbarana Tirkiyê şeva derbasbûyî derdora 21.30 bû û jibilî ziyana maddî, tirs li nav xelkê belav bû.

Rêveberê nahoya Kanî Masê Salih Hemdî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, “Bombebaran û topbarana li ser herêmên me berdewam e.”

 

 

Êrişên artêşa Tirkiyê

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh li nav sînorên Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Heta niha ji ber bombebaranên Tirkiyê 5 gund vala bûne û her ku diçe metirsiya li ser gundên avedankirî ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê zêdetir dibe.

“Daran dibirin û dibin Tirkiyê”

Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêving Hirûrî, berî niha ji Rûdawî re ragihandibû, “Ew cihên ku leşkerên Tirkiyê lê bicih dibin, bi leşkerên Tirkiyê re cehş û çeteyên ku hatine heremê daran dibirin û bi rêya kompanyeyan dibin Tirkiyê û sirûşta gundan tê jinavbirin.”

HPGê ragihandibû, “Dewleta Tirk a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê jî ji Rûdawê re ragihandibû ku Tirkiye çend sal in li gel hinek kompanyayan rêkeftiye û daristanên Başûrê Kurdistanê dibire.

Ji ber êrişên Tirkiyê 16 proje rawestiyan

Herwiha li 50 gundên bajarokên Batîfa û Derkar ên ser bi Zaxo ve li Duhokê  berdewam şer û alozî heye û li wan herdu bajarokan 11 mizgeft, 3 dibistan û binkeyeke tendirustî ji ber bombebaranên Tirkiyê û şer û pevçûnan hatine girtin.