Nameya berpirsê Redbullê ya li ser Colemêrgê bû sedema krîzê

29-01-2022
RÛDAW
Nîşan Redbull Colemêrg Çiyager Saît Dede Muharrem Tekin IHD Ozan Eyidogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov ragihand ku ji ber gotinên nijadperest ên derbarê parêzgeha Colemêrgê de li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dijî Kompanya RedBull û karmendê wê Ozan Eyidogan gilî tomar kirine û dibêje dê vê proseyê bişopînin.

Karmendê Kompanya RedBullê bo çiyagerekî peyamek şandibû û gotibû "Li Tirkiye biçin 80 parêzgehan lê neçin Colemêrgê. Colemêrgê, ji ber bûyerên terorê heta 2-3 sal berî niha cihekê wek rewşa awarte bû. Herwiha bajar li ser sînorên Iraq û Sûriyê cih digre, lewra ew herêm cihekî bi risk e.”

Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov derbarê gotinên karmendê Kompanya Redbullê de daxuyaniyek da û dibêje “Ji ber gotinên nijadperest ku gotiye biçin 80 parêzgehên Tirkiye lê neçin Colemêrgê me gilî tomar kiriye û em dê vê yekê bişopînin. Herwiha em Kompanya RedBull û karmendê wê jî şermezar dikin.”

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran Muharrem Tekin jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got “Ez axaftinên karmendê Kompanya RedBullê ku ji çiyagerekî di asta cîhanê de navdar e ku xwestiye biçe Colemêrgê  gotiye biçe 80 parêzgehên Tirkiye lê neçe Colemêrgê şermezar dikim. Em li bendê ne RedBull lêborîna xwe bixwaze.”

Li aliyê din Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Sait Dede jî li ser hesabê xwe yê medya civa bertek nîşanî kompanya Redbullê da û wiha got “Rêvebirê we yê bazarkariyê li çiyageran şîret dike ku neçin Colemêrgê. Ma hûn dê derbarê vî rêvebirê we yê nîjadperest û ji ber xwe diaxive  de daxuyaniyekê bidin raya giştî?”

Piştî peyama karmendê Kompanya RedBullê li ser medya civakî hat belav kirin Baro û Walîtiya Colemergê jî bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin ew dê kar û barên yasayî bidin destpêkirin.

Baroya Colemêrgê di derbarê mijarê daxuyaniyekbelav kir û tê de wiha dibêje “Kesên ku li rojhilat negeriyane zanyariyên di derbarê herêmê de bi piranî ji malper û kanalên nûçeyan werdigrin. Ev malper û kanal her tim herêmê bi mijarên siyasî û siyasî bi bîr tînin. Ji ber vê sedemê ev der di mejiyê mirovan de weke cihekî ku ewlekarî lê nîne û divê kes neçê, hatiye bicihkirin. Her wiha kêmbûna rêjeya pêşketinê li herêmê û paşvemayîna di warê tenduristî, veguhestin û xizmetguzariyê de rê nade ku mirov vê derê kifş bikin.”

Herwiha baro di daxuyaniya xwe de kompaniya Redbullê şermezar kir û daxwaz kir ku ji xelkê herêmê lêborîna xwe bixwazin. Baroya Colemerêgê di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku em ne li dijî ramana derbirînê ne lê yên ku herêmê reş dikin wan şermezar kir û diyar kir ku biçûkxistina saziyên dewletê sûc e û ew sazî dikarin gilî bikin.

Li aliyê din walîtiya Colemêrg jî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku derbarê îfadeyên wan ên ku dibêjin bajar ne ewle ye dê pêvajoyên edlî û îdarî bên destpêkirin û wiha dibêje “Nêzîkatiyên bi vî rengî yên ku gelê herêmê rencîde dike, wê bi ti awayî destûr neyê dayîn û hemû pêvajoyên hiqûqî û îdarî yên têkildarî mijarê bên destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst