Li Wanê şerê çekdarî: 2 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Îpekyolu ya Wanê li Bakurê Kurdistanê di şerê çekdarî de kesên sivîl canê xwe ji dest dan.

Di şerê çekdarî yê ku li Bazara Rûsî ya li navçeya Îpekyolu ya Wanê derket de yek jê jin 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat îddîakirin ku êrîşkarê çekdar di otomobîla bi marka Tofaş a bi plaqeya 65 ER 173 de ew herdu kes kuştin.

Kesê ku navê wî nehat zanîn ewil kesê di hundirê otomobîlê de bi guleyan kuşt û paşê jina 50 salî ya ji otomobîlê peya bû û ber bi Bazra Rûsî ve reviya kuşt.

Êrîşkarê dubarê berê xwe da otomobîlê guhê zilamê 60 salî jêkir û paşê  ji cihê bûyerê reviya.

Derbarê bûyerê de operasyoneke berfireh hat destpêkirin.