Ji ber berfbarîna zêde nêzîkî 20 malbat li çiyayê Gare asê man

29-01-2021
RÛDAW
Beşek ji wan geştyaran ji navçeyên jêr û naverasta Iraqê ne
Beşek ji wan geştyaran ji navçeyên jêr û naverasta Iraqê ne
Nîşan Çiyayê Gare Sersing Çemankê Duhok Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber berfbarîna zêde û girtina rêyan derdora 20 malbat li çiyayê Gare li nêzikî bajarokên Sersing û Çemankê asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.

Berdevkê Polîsê Berevaniya Şaristanî ya Duhokê ji Rûdawê re ragihan, tîmên paqijkirina berfê û tîmên wan li Sersing xebatên xwe didomînin bo rizgarkirina wan hemwelatiyên ku li Gare asê mane.

Yek ji wan hemwelatiyan jî peywendî bi Rûdawê kir û got, “Em bo geştê çûbûn û berfeke zêde bariya, ji ber wê yekê rê hatin girtin. Em nêzikî 20 malbat in û bi rêya Rûdawê em daxwz dikin tîmên paqijkirina berfê bi hewara me bên.”

Berdevkê Polîsê Berevaniya Şaristanî ya Duhokê Bêwar Ebdulezîz, ji Rûdawê re aşkere kir, “Em hatine agahdakirin ku ew hemwelatî asê mane. Me jî tîmên paqijkirina berfê û tîmên xwe li bajarokê Sersing agahdar kirine ku bi hewara wan biçin. Niha hewl didin rizgar bikin.”

Hemwelatiyekî din ê bi navê Ebas Husên ji Rûdawê re ragihand, ew ji derdora demjimêr 15.00 ve asê mane, xorak jî li gel wan nemaye û herwiha got jî ew ên asê mane, jî beşek ji wan geştyaran ji navçeyên jêr û naverasta Iraqê ne ku hinek ji wan malbatên zarokên sava jî li gel in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst