Îbrahîm Biro: Dengê ji nav PYD û TEV-DEMê bilind dibe cihê kêfxweşiyê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihand ku rêkevtina ligel Îtilafa Sûriyê kirine ne dijî yekrêziya Kurdan de ye. Biro herwiha got ku ku dengê ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan, ji nav TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bilind dibe cihê kêfxweşiyê ye.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ku di heman demê de Endamê Polîtbûroya Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû derbarê rêkevtina ligel Îtilafa Sûriyê kirine de û hewldanên derbarê yekrêziya aliyên Kurdî de axivî û ragihand rêkeftina wan li gel Îtîlafa opozisyona Sûriyê ne li dijî yekrêziya mala Kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê û tekez kir ku niha dema hatiye hemû aliyên Kurdî yên Rojavayê Krdistanê li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Îbrahîm Biro dibêje; wan ew rêkevtina weke ENKSê ligel Îtilafa Sûriyê pêk anîne, di berjwendiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyê Kurdî de ye û bi gotina wî Amerîka jî dibêje ew pêgaha ENKSê ciheke rast e, divê aliyên din ên Kurdî jî derbasî aliyê opozisyonê bibin.

Derbarê naveroka rêkevtinê de Biro diyar kir ku ji bo vegera xelkê Rojavayê Kurdistanê bo deverên xwe û demografiya herêmê neyê guhertin û kiryarên çekdaran li deverê kêm bibin, wan ligel Îtilafa Sûriyê rêkevtin kirine.

Biro da zanîn ku ew ji wê yekê kêfxweş in ku dengê ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan, ji nav TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bilind dibe û tevî ku hinek sozên derbarê girtiyan de nehatine bichkirin, lê ew yekê li ber yekîtiya Kurdan nakin asteng û ew dê baş bangawaziyên ji bo yekrêziya Kurdan bişopînin û dê danûstandinan bikin.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê herwiha da zanîn ku ew dixwazin çi weke aliyê garentor çi aliyê çavdêr Amerîka, Fransa yan çi dewleteke xwedî hêz be, ji bo danûstaninên di navbera Kurdan de hebe.

Îbrahîm Biro herwiha got îro hin aliyên navdewletî daxwaz dikin ku helwesta Kurdan yek be.