3 top li nav bajarê Efrînê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyan, 3 top li nêzîkî stadyuma Efrînê ketine.

Çavkaniyên Rûdawê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku 3 top li nêzîkî stadyuma Efrînê ketine û hejmareke ambûlansan bo cihê bûyerê hatine veguhastin.

Li gor medya Tirkiyê, ew êriş ji navçeya Til Rifetê ku di bin kontrola şerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, hatiye kirin.

Hatiye diyarkirin ku di encama ketina wan topan de li Efrînê 4 sivîl birîndar bûne.

Li aliyê din çavkaniyên nêzîk li YPGê jî ragihandin ku artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifetê topbaran kiriye ku di encamê de zarokekî 5 salî canê xwe ji dest daye û zarokekî 8 salî jî bi giranî birîndar bûye.