Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyê hatin şermezarkirin

29-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Silêmanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li  bajarê Silêmaniyê li dijî êrişên artêşa Tirkiyê yên bo ser Efrînê bi hazaran kesên ji her perçeyên Kurdistanê xwepêşandan kir û ew xwepêşandan heta niha jî berdwam in.

 

Operasyona Tirkiyê di roja xwe ya dehem de ye û berpirsên Tirkiyê tekezî li ser wê yekê dike ku operasyon dê heta dawiyê berdewam be.


 

Îro Duşemê (29.01.2018) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê hezaran kesan bi alayên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çiqlê zeytûnan li dijî êrîşên artêşa tirk ên bo ser Efrînê derketin û xwestin êriş bêne rawestandin.


Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Cemîl Ehmed ragihand ku li navenda bajar hejmarek ji Kurdên her perçeyên Kurdistanê ji bo protestokirina êrişên artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê kom bûn û xwestin dengê xwe bigihêjinin civaka navnetewî li hemberî êrişên bo ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemînin.

 

 

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya çekdarên dijbereya Sûriyê, ji 20ê Çileya 2018ê ve operasyona Efrînê ku navê “Çiqlê Zeytûnê” lê kiriye , daye dest pê kirin û rojane navçeyên derdora Efrînê ji aliyê topxane û firokeyên wê ve tên topbarankirin û bombebarankirin.


Di van êrîşan de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de kesên sivîl jî hene. Herwiha bi hezaran kes jî koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst