Balafirên Tirkiyê Qendîl û Asos bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan - Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê ragihand ku hêzên wan bi balafirên şer baregehên gerîlayên PKKê yên li navçeya Qendîl û çiyayê Asosê bombebaran kirine.

 

Li gor daxuyaniya Serokerkaniya artêşa Tirkiyê, vê sibê (29.01.2018) balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bi îdîaya ku gerîlayên PKKê li Qendîl û Asosê amedekariya êrîşê dikirin, bombebaran kirin.

 

Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku di encama êrişa hewayî ya li hemberî gerîlayên PKKê 11 çeperên wan hatine jinavbirin.

 

Medya nêzîk PKKê jî li ser zarê çavkaniyên herêmê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê navçeya Zelan a ser bi bajarokê Çiwarte ya Şarbajêra ser bi parêzgeha Silêmanî bombebaran kirine ku ew herêm nêzîkî çiyayê Asos e. Herwiha hat gotin ku êrîşê nîv saetê berdewam kiriye û ti ziyaneke canî nebûye.