SERDEŞT – Bi dehan kolber ketin bin aşûtê

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser  bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan kolber ketin bin aşûtê û heta niha 12 kes ji wan hatine rizgarkirin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê li nêzîk gundê Bêwiranê ya Serdeştê aşût bi ser kolberan de hat.

 

Piştî bûyerê bi alîkariya gundiyan û tîmên hawarçûnê 12 kolber bi zindî ji bin berfê hatine derxistin.

 

Herwiha hate gotin, rewşa 2 kes ji wan xirab e di nexweşxaneyê de di bin çavdêriya doxtoran de ne.

 

Hate zanîn, ku 3 kolberên din di bin berfê de jiyana xwe ji dest dane. Navê kesên jiyana xwe ji dest daye wiha ne; Elî Mihemed Necat (18) xelkê Serdeştê ye, Şêrzad Ebdulahî (27) xelkê Serdeştê ye û Hîwa Îbrahîmî (22) xelkê bajarê Baneyê ye.

 

Tê gumankirin hejmara kolberan zêdetir be. Karê lêgerînê berdewam e.