Ayhan Bîlgen bi merc hat berdan

29-01-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP Berdevk û parlamenterê HDPê Ayhan Bîlgen
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Partiya Demokrata Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen bi mercê kontrola edlî hat berdan.

 

Parlementerê Qersê yê ser bi HDPê ve û berdevkê vê partiyê îro li paytexta Tirkiyê bajarê Enqereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û piştre bo Amedê hatibû veguhastin.

 

Li Amedê, Bîlgen birin avahiyê dozgeriyê û îfade ji wî hat wergirtin.

 

Piştî karûbarê îfadedayinê li dozgeriyê, dozgeriya komarî ya Amedê, bi tohmeta “endambûna di rêxistina çekdar a terorîstî de” daxwaza girtina Bîlgen kir û ew bo pêş Dadgeha Sulh û Cezayên Nobedar şandin.

  

Hat ragihandin, ku dadgehê bi mercê kontrola edlîm, biryara berdana Bîlgen da. Li gorî kontrola edlî, pêwîst e her roj Bîlgen li dozgeriyê amade be û hebûna xwe rabigihêne û îmzayê bide.

 

Ayhan Bîlgen

 

Sala 1970ê li bajarokê Qamûşanê yê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Beşa Kargêriyê li Fakulteya Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê xwandiye.

Siyastemedar, nivîskar û rojnamevan e.

2 Salan serokê şaxeya Mezlûmderê ya li Enqereyê bû.

Sala 2006an, di7emîn kongreya Mezlûmderê de weke serokê vê rêxistinê hate hilbijartina.

Yek ji damezrênerên Kongreya Islamî ya Demokratîk di sala 2014an de ye.

Sala 2015an li ser lîsteya HDPê bû parlementerê Qersê.

Ji 2015an ve Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst