Derbiderên Celewla ji tirsa çekdarên şîe venagerin
Silêmanî (Rûdaw) – Kampa Elîawa li Xaneqînê bûye Iraqeke biçûkkirî. Hemû netewe, bi mezhebên cuda ve di bin konan de hêwirîne û bendewariya paşeroja xwe dikin ku girêdayî nûçeyên piştî şer in. Lê belê kes nizane dê rengê paşerojê çawa be. Aware û derbiderên Celewla û Seidiye ji vegerê ditirsin. Ev tirs li ba Macid Kerîm, qet ne kêmtir e ji tirsa salên beriya hatina DAIŞê bo navçeyê: “Em ditirsin çekdarên şîe (heşda şeibî) tolê ji me bistînin. Ew ne hêzeke hikûmî û rêxistî ne û ne hêsan e tu herî wê deverê bêyî ku tu bizanî hêzek dê te biparêze.”
Dibe ku Macid û penaberên din jî, mafdar bin ku niha venegerin cî û warên xwe. Ji wan re, salên desthilatdariya Sedam Hisên jî pirtûkeke dirêj a trajedî û malwêraniyan bû. Dûre jî komên radîkal bi navên cuda li wir peyda bûn û li ser nasnameya wan a kurdî berdewam gef li wan dikirin. Bi hatina DAIŞê re, dawî li wan koman hat. Lê hukmdariya DAIŞê hişt xelk yekser ji navçeyê birevin û serma û birçîtiya di bin konan de qebûl bikin. Niha li navçeya wan kes desthilatdar nîne. Lê çekdarên şîe li navçeyê peyda bûne.
Macid Kerîm dibêje ji ber rewşa ewlekariyê ya xirab em vêga newêrin vegerin. Carna em pir bêzar dibin û hewl didin vegerin: “Lê rê nadin me û dibêjin bila ew dever pêşî paqij bibe.”
Beriya çend rojan, Macid bi çend kesên din re çû gundekî nêzîkî Celewla û termê Pêşmergeyekî anîn ku berî demekê di encama bombebaranê de li wir şehîd ketibû. Macid bi wê derfetê seriyek li xaniyê xwe jî dabû: “Xanî hemû şewitandibûn. Ji min re gotin DAIŞê şewitandine. Li wir çekdarên şîe jî hebûn. Bi rastî em ji wan jî ditirsin. Lewma heta ew li wir bin, em venagerin.”
Bi baweriya Mihemed Hacî Kerîm, çareserî ew e ku Pêşmerge û mişext bi hev re herin Celewla û Seidiye: “Em ditirsin. Eger Pêşmerge bi me re vegerin pir baş e.” Çûna Pêşmerge û bicihbûna wan li wan navçeyan, daxwazeke kevn a xelkê wan navçeyan e û hêj DAIŞ derbasî Iraqê nebûbû, wan doza hilweşandina peymana beriya 4 salan a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li parêzgeha Diyala dikir, gava ku Pêşmerge ji wir vekişiyan û dûre şêniyên deverê baceke giran dan.
Roja 10.08.2014, hêzên Pêşmerge ji Celewlayê vekişiyan û DAIŞê ew bi temamî kontrol kir. Lê roja 23.11.2014, Pêşmerge dest bi êrişa xwe li ser Celewlayê kir û piştî bêhtirî 15 demjimêr şer, Celewla hate kontrolkirin. Di wî şerê dirêj de, Celewla û gundên xwe bi temamî hatin kontrolkirin. Lê bi xwîna 144 Pêşmerge û birîndarbûna bêhtirî 300 Pêşmergeyên din.
Berpirsê şaxê PDKê li Xaneqînê Şêx Ceifer Mistefa dibêje, talankariyeke mezin li wê deverê hatiye kirin û xaniyên gelek kesan hatine şewitandin, dikan û bazar hatine talankirin: “Seidiye ji hêla çekdarên şîe hatiye kontrolkirin û li Celewlayê jî hene. Lê belê nabe yek Pêşmerge piyê xwe bavêje nava Seidiye!”
Endamê encumena şaredariya Seidiye Salih Mehdî ku penaberî Xaneqînê bûye, dibêje Seidiye di destê hikûmeta Iraqê û hêzên şîe de ye û ne kurd û ne ereb û ne turkmen lê nemane: “Çeteyên şîe nahêlin ti kes here wir ji bilî polîs an artêşa Iraqê. Mal hatine şewitandin û wêran bûne. Elektrîk û av û şaredarî û ti xizmetguzarî lê nemaye. Îcar xelk çawa dikarin vegerin?”
Dora 70 hezar malbatî ji Celewla û Seidiye koçberî Xaneqînê bûne û li kampan û xaniyên kirê niştecî bûne. Salih Mehdî got: “Piraniya koçberan hatine Xaneqînê, lê hinek ereb çûne Baqûbe û Kerkûk û Hewlêrê.”
Tevî ku berê rê li ber xelkê dihat girtin da venegerin, bi hênceta ku hîn li bajarok bombe û teqemenî hene, lê niha kêşe ne paqijkirina teqemenî û bombeyan e. Lê kêşe hebûna komên çekdar û mîlîsên şîe ye ku tirs di dilê xelkê de çandine.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, YNKê hewl dide bi şîeyan re li hev bike da rê bidin Pêşmerge vegerin û li Seidiye bicih bibin. Lê şîeyan daxwaz kiriye ku pêwist e çend Pêşmerge herin Seidiye, eynî ewqas çekdarên şîe jî herin Celewlayê.
Berpirsê şaxê YNKê li Xaneqînê Şêrko Mîrweys dibêje: “Em dixwazin amadebûna me ya ewlekarî li wan navçeyan hebe. Em dixwazin em jî li Seidiye hebin, wek çawa ew dixwazin li Celewlayê hebin. Nabe li wir çete kurdan bikujin. Em bi sunî û şîeyan re gotûbêjan dikin. Çimkî derbider bi vî rengî venagerin.”