Koçberên Kampa Domîzê ji bo vegerê dudil in
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nemana desthilata Beşar Esed beşek ji xelkê Sûriyeyê yên li welatên cuda vedigerin lê hin ji wan dudil in.
Kampa Domîzê sala 2012an hatiye vekirin û nêzîkî 70 hezar koçberên Kurd li Kampa Domîzê dijîn.
Hejmareke zêde ji koçberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dijîn.
Kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê sala 2012 li Herêma Kurdistanê hatine vekirin, niha ew dudil in û nikarin biryarê bidin ka vegerin an her li Herêma Kurdistanê bimînin.
Rayedarên Herêma Kurdistanê dane xuyakirin ku ew kesî neçar nakin ku bi zorê vegerin lê her kesê bixwaze vegere ew rê li ber wan nagirin.
Kampa Domîzê ya li parêzgeha Dihokê gelek sal in bûye mala bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye.
“Tehdît berdewam dikin”
Koçber ji Rojavayê Kurdistanê Xebat Xidir li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê got:
“Hîn tehdît berdewam dikin. Di navber aliyên Kurdî û hikûmeta demkî de danûstandin nîne.
Em nikarin vegerin. Ji bo vegerê wextekî dûr û dirêj lazim e.“
20 roj in Sûriye ji bin desthilata 50 salî ya malbata Esed derketiye.
Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) karûbarên beşeke mezin a Sûriyeyê bi rê ve dibe lê dîrok û kiryarên wê ji bo beşeke ji welatî û niştecihên nav kampê cihê pirsyar û gumanê ye.
“Dîroka Ehmed Şer ne pak e”
Koçberê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Resûl jî behsa Serokê HTŞyê kir û wiha got:
“Behsa Ehmed Şerê Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê dikin ku rejima Beşar Esed rûxandiye. Dîroka wî jî ne pak e.
Berê El Qaîdeyê de bû, dû re hat nava El Nûsrayê. Ji nava El Nûsrayê derketiye bûye DAIŞ ma ne van hemûyan zilm li Kurdan kiriye.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011ê de û vekirina kampê di 2012an de, hejmareke zêde ya penaberan li vê derê hatin bicîhkirin.
Piştî salên dirêj ên bicihbûn, dîtina kar û sîwanekê ji bo jiyanê, çûn û ji sifirê destpêkirin zehmet e.
“Em pereyan neşînin xelkê Rojavayê Kurdistanê nikarin debara xwe bikin”
Koçberê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Silêman Nûrî jî got:
“Li Sûriyeyê fişar û zext hene. Ev der ji Sûriyeyê xweştir e. Aniha gelek xelkê me yên li Sûriyeyê ne nikarin debara xwe bikin.
Em û xelkê wan ên Ewropayê ji wan re pereyan dişînin.
Heger em ji wan re pereyan neşînin ew nikarin debara xwe bikin.”
Kampa Domîzê li başûrê rojavayê parêzgeha Dihokê ye û rûberê wê 1142 kîlometre çargoşe ye.
Nêzîkî 70 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di kampê de de dijîn.