Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekê de xortek hat kuştin.
Li Taxa Meydanê li ser Caddeya Ramanê doh êvarî di navbera kesê bi navê Îbrahîm Xelîl E. û grupekê de ji ber sedemeke ne diyar pevçûn derket û paşê veguherî şerê bi çekê.
Hat zanîn ku di encam de xortê 18 salî bi çekê hat birîndarkirin ku rewşa wî giran bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê.
Xortê birîndar sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hat kirin lê tevî hemû midaxeleyan nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.
Hatiye ragihandin ku li ser bûyerê 3 kes hatine desteserkirin û kar û barên yasayî yên derbarê wan tohmetbaran de berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse