Hewlêr (Rûdaw) - Di doza kuştina Narîn Gurana 8 salî de biryar hat dayîn û dadgehê li Yuksel Guran, Enes Guran û Salîm Guran cezayê giran ê heta hetayê û li Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.
Li Dadgeha 8emîn a Cezayê Giran a Amedê duyemîn rûniştina doza Narîn Gurana 8 salî hat lidarxistin û dadgeh biryara xwe da.
Li gorî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû amadekirin, tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm, dayîka wê Yuksel, kekê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi “bi kuştina zarokan a bihevkarî” dihat tohmetbarkirin û ji bo wan cezayê heta hetayê dihat xwestin.
Parêzerên Salîm Guran, Yuksel Guran û Enes Guran amaje bi wê yekê kirin ku ji ber ku delîlek teqez nîne daxwaza serbestberdana muwekîlên xwe kir.
Parêzerê Nevzat Bahtiyar ê termê Narînê veşartî jî got ku divê Newzat tenê ji veşartina termê Narînê were cezakirin.
Dadgehê bi tawana kuştinê li Yuksel Guran, Enes Guran û Salîm Guran cezayê giran ê heta hetayê birî.
Dadgehê her wiha 4 sal û 6 meh gezayê zîndanê da Nevzat Bahtiyar da.
Çi bûbû?
Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.
Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin.
Li gorî rapora bijîşkiya dadî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse