Kirmaşan - Otobusa rêwiyan qulibî: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê otobuseke rêwiya werheriya, 18 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan otobusa rêwiyan a ji parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê diçû Tehranê li ser rêya Kirmaşan û Kengewerê ji rê derket û qulibî.

Rêvebirê hawarçûnê yê Kirmaşanê Mesûd Qelesfîdî got ku di qezayê de 18 kes birîndar bûne û birînên du kesan giran in.

Her wiha Qelesfîdî da zanîn ku tîmên tenduristiyê birîndar birine newxeşxane û navendên tenduristiyê yên parêzgehê.

Birêvebirê Polîsê Kengewerê Qasim Rezayî jî li ser sedema qezayê got ku şofêr ji ber şemitîna rê û leza zêde kontrola otobusê ji dest daye.