Li Herêma Kurdistanê kalîteya zeyta zeytûnan: 'Tenê navê zeyta zeytûnan lê dikin'

Dihok (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê li gorî testan zeyta zeytûnan a herî baş zeyta xwemalî ye.

Li Herêma Kurdistanê jî ku daxwazeke zêde li ser rûnê zeytûnan heye, xelk dixwaze rûnê herî baş bikire, ne ku pareyeke zêde bide û rûneke xerab bibe mala xwe.

Li bazarên Herêma Kurdistanê gelek cureyên rûnê zeytûnan ango zeyta zeytûnan hene.

Hinek ji wan hatine hawirdekirin û hinek jî xwemalî ne.

Li ser hemû şûşeyên rûnê zeytûnan hatiye nivîsandin ku kalîteya wan a herî bilind e lê di rastiyê de piraniya wan wisa nîn in.

"Tenê navê zeyta zeytûnan lê dikin "

Dikandar Serket Dirbaz li ser kalîteya zeyta zeytûnan a li bazarê wiha anî ziman:

"Niha gelek cureyên zeytê ketîne sûkê, piraniya yên Tirkiyeyê ne. Ew jî hemû tekêl in û ji bo xwarinê tên bikaranîn. Yanî ne sade zeyta zeytunan e.

Kalîteyên baş, normal û ne baş hene. Zeyta Tirkiyeyê ya ku ketiya sûkê bihayê wê guncaw e. 5 lîtreyê wê bi 28, 22, 18 û heta 14 hezar dînarî jî hene.

Tenê navê zeyta zeytûnê lê dikin lê ji sedî 100 zeyta zeytûnan nîne."

Zeyta zeytûnan a herî erzan 5 lître bi 15 hezar dînarên Îraqî (nêzikî 11,5 dolarên Amerîkî) ye wate her lîtreyek bi 3 hezar dînarî ye ango heta astekê bihayê wê nêzikî rûnê gulberojan e.

"Ne meqûl e 5 lître bo 15 hezar dînarî be"

Dikandar Nizar Ehmed Mihemed jî wiha axivî, "Eger tu zeytê vekî, bêhn bikî, tam bikî di ceribandinê de diyar e.

Çawa ji bo tiştên din rê û tên din hene ji bo zeyta zeytûnê du-sê rêyên din jî yên testkirin hene da ku mirov bizanibe kav ev heqîqî ye an na.

Eva ku tu dibînî hemî tam, nikarim ji te re bibêjim hemû wisa nin.

Lê wekî heqîqî ji sedî 100 zeyta zeytûnan be nîne. Hinek hene tahm an madeyên din lê zêde dikin.

Çunkî ne meqûl e tu 5 lître zeyta zeytûnan bi 15 hezar dînarî bifiroşî çûnkî kiloya zeytûnan bi 15 hezar dînarî ye."

Ji bi xelk bizane zeyta zeytûnên xwemalî çawa ye ji 4 kîlo zetyûnan kîloyek zeyt jê tê berhemanîn.

Li bazarê kîloya zeytûnan li bajarê 4 hezar dînarî dest pê dike.

"Zeyta xwemalî ya herî baş e"

Testek li ser zeyta zeytûnên parêzgeha Dihokê ya xwemalî û zeyta hawirdekirî hat kirin.

Di encama testê de derket ku rêjeya tîratiya zeyta zeytûnên xwemalî 6,6 e dibe ekstra virgin ya herî baş.

Her wiha rêjeya tîratiya zeyta hawirdekî jî 0,6 bû ku bi pames tê nasî ango ji bermahiyê zeytunan tê çêkrin.

Zanîna kalîteya tirşatiyên sûdbexş di nava zeyta zeytûnan di navbera ji desî 75 - 94 da ye.

Zeyta xwemalî ya ku rêjeya wêji sedî 77 bû û ya di bazaran da hête frotin 114 bû.

Tevî van hemûyan jî zeyta zeytûnan ya ku herî zêde tê firotin û bazar pê tê kirin ya ku bêyî feyde û zirarên wê bê zanîn e.