Sir û serma li Bakurê Kurdistanê: Gur û beraz dadikevin gundan
Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê serma zêde bûye û erd bi berfê spî bûye.
Herwiha rêya bi sedan gundan hatiye girtin û gur û berazên ku birçî dibin dadikevin gundan.
Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, 9 gurên ku li xwarinê digeriyan daketin ser rêya navbera Erdexanê û gundê Silîanayê.
Gundiyan vîdeoyên wan guran girtin.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî keriyê berazan daket gundê Helanê.
Dîmenên 12 berazan ji aliyê xelkê ve hatin qeydkirin.
Ji aliyê din ve, li bajarên wekî Wan, Erzirom, Qers, Agirî, Mûş û Colemêrgê rêyên bi sedan gundan hatine girtin.
Tîmên îdareya taybet a bajaran jî ji bo vekirina rêyan dixebitin.