Cezayekî nû: Neviya Şêx Seîd dê 30 rojî wêneyê alaya Tirkiyeyê parve bike

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Ruşen Firat Roja Alaya Kurdistanê Ceza Medyaya Civakî Alaya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Xinûsê ya li parêzgeha Erziromê, bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya PKKyê” kiriye cezayê 30 roj parvekirina “alaya Tirkiyeyê” da neviya Şêx Seîd Ruşen Firatê.

Neviya Şêx Seîd Ruşen Firat ji ber parvekirinên salên 2015 û 2016an ên li ser Facebookê roja 26ê Kanûna Pêşîna 2023yan li navçeya Xinûsê Erziroma Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.

Ruşen Firatê li ser medyaya civakî wêneyê alaya Kurdistanê û kongreya HDPyê ya sala 2016an ku tê de wêneyê Abdullah Ocalan diyar dibû parve kiribû.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, Firat bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Xinûsê û paşê jî bi hinceta “propagandaya rêxistinê” bir Dadgeha Xinûsê.

Dozger xwest bi 2 sal û 7 mehan bê cezakirin.

Dadgeha Xinûsê cezayê "30 rojî parvekirina alaya Tirkiyeyê li ser hemû hesabên medyaya civakî" li Ruşen Firatê birî û ew bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Eger Ruşen Firat 30 rojî li ser hev alaya Tirkiyeyê li ser hesabên xwe yên Twitter (X), Facebook û Instagramê parve neke û hefteyê 3 caran neçe qereqola polîsan û belgeyan îmze neke dê bê girtin.

Dadgehê di biryara xwe de nivîsand:

“Divê gumanbar di dema kontrola edlî de her roj li ser hesabên xwe yên medyaya civakî alaya Tirkiyeyê parve bike.

Eger parve neke dê bi sedema binpêkirina şertên kontrola edlî biryara girtina wê careke din bê nirxandin.”

Polîs her roj li malbatê digere û hişyariyan dide û dibêje, “Eger rojane alaya Tirkiyeyê neyê parvekirin, dê careke din Ruşen Firatê bigirin.”

Malbata Ruşen Firatê dê li dijî dadwerê ku biryar daye gilî tomar bike.

Biryara dadgehê di nav raya giştî ya Kurdan de rastî nerazîbûneke zêde hat û bi hezaran Kurdan wekî bertek li ser medya civakî “alaya Kurdistanê” parve dikin.

Ji aliyê din ve Baroyên Amed û Rihayê jî derbarê endamên dadgehê yên ku ev biryar dane li Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran a Tirkiyê gilî tomar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst