Encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin: YNK û PDKyê çend kursî bi dest xistin?

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan YNK PDK Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan belav kirin.

Li gorî encamên dawî yên Kerkûkê, Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye (YNK) bi 157 hezar û 649 dengan 5 kursî bi dest xist. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bi 52 hezar û 278 dengan 2 kursî bi dest xist.

Hevpeymaniya Erebî bi 102 hezar û 558 dengan 3 kursî bi dest xist.

Eniya Tirkmenî jî li Kerkûkê bi 75 hezar û 169 dengan 2 kursî bi dest xist.

Li gorî encamên dawî li Nînowayê jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 141 hezar 52 dengan 4 kursî bi dest xist.

Ehlî Nînowayê (YNK jî di nav de ye) bi 50 hezar û 606 dengan 2 kursî bi dest xist.

Li Diyaleyê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi 28 hezar û 648 dengan kursiyek bi dest xist.

Hejmara kursiyên ku partiyan li Kerkûkê bi dest xistiye:

Hejmara kursiyên ku partiyan li Nînowayê bi dest xistiye:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst