Li Wanê aşût: 2 otomobîl di bin berfê de man

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Aşût Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber ku berf zêde barî û bager çêbû aşût ket ser rêya Wan û navçeya wê Miksê.

Ji ber aşûtê rê hat girtin û 2 otomobîlên ku şofêran di rê de hiştîbûn jî di binê berfê de man.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê hefteya borî rêya Wan û Miksê hat girtin.

Piştî ku baranê lê kir tîmên bi makîneyên kar dest bi xebatên rêvekirinê kir.

Li hin cihan stûriya berfê digihêje 3 metreyan.

Yek ji otomobîlên di binê berfê de mabûn li kêleka rê hat dîtin.

Ji bo ku rê bi tevahî bê vekirin ekîb dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst