KERKÛK – Di rojekê de du mamoste şewitîn

28-12-2023
Otomobîla şewitî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Otomobîla şewitî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Mamoste Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê du mamoste li du cihên cuda di du otomobîlan de şewitîn.

Bûyerên şewatê doh li nava bajarê Kerkûkê rû da.

Di bûyera ewil de li Taxa Esre û Mefqûdîn lî nêzîkî Nexweşxaneya Şîfayê agir girt otomobîla mamosteya bi navê Sena Kazim.

Li gorî lêkolînên destpêkê di bûyerê de nîşaneyên teqîn an êrişê nînin.

Raporên hêzên ewlehiyê amaje pê didin ku pirsgirêkeke karebayê bûye sedema şewitîna otomobîlê.

Birayên Senayê da zanîn, ew li ser bûyerê şikan ji nabin û goman nakin kes li pişta vê bûyerê hebe.

Birayekî mamosteyê got, “Xwişka min kur û keça birayê min bir dibistanê. Dibe ku qezayekê rû dabe lê em heta niha nizanan sedem çi ye û çima wiha bûye.”

Mamosteyekî din şewitî

Dîsa li Kerkûkê di heman wextî de lê li devereke cuda agirt girt otomobîla mamosteyekî.

Di vê otomobîla agirpêketî de jî mamosteyê bi navê Mehmûd Hisên (51) şewitî û canê xwe ji dest da.

Şahidê bûyerê Usman Xelef destnîşan kir ku dema otomobîl diçê êgir girtiyê û wan hewl daye ku şofêr bi saxîtî derxin lê ji destê wan nehatiye.

Li gorî lêkolînan, ev jî ji ber xetayeke teknîkî ye û nayê pêşbînîkirin ku di vê bûyerê de jî destê kesî hebe.

Berdevkê Saziya Parastina Sivîlan a Kerkûkê Raîd Qeys Ebdulrezaq got, “Mixabin li Kerkûkê du bûyerên dilşewat çêbûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst