Li Bakurê Kurdistanê jiyana ajelên kovî hat tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mereş, Meletî, Xarpêt, Amed, Êlih, Sêwaz û Dêrsîmê yên Bakurê Kurdistanê, jiyana ajelên kovî bi rêya “fotoxefk” hat tomarkirin.

Tîmên Rêveberiya Herêma 15emîn a Parkên Netewî û Parastina Jîngehê ya Wezareta Daristan û Çandiniyê ya Tirkiyê, ji bo tomarkirina jiyana ajelên kovî 16 “fotoxefk” li daristan û herêmên çiyayî yên parêzgehên Mereş, Meletî, Xarpêt, Amed, Êlih, Sêwaz û Dêrsîmê yên Bakurê Kurdistanê bicîh kirin.

Bi rêya “fotoxefk”an dîmenên werşeq, keftar, hirç, gur, rovî, baz, zexel, segav û xezalan hatin tomarkirin û hejmar û tevgerên wan hatin şopandin.

Di dîmenan de diyar dibe, ku jiyana kovî ya parêzgehên Bakurê Kurdistanê gelekî dewlemend û corên ajelên kovî zêde ne. Herwiha bi rêya “fotoxefkan”an rê li ber nêçîra nayasayî jî tê girtin û heta niha bi rêya dîmenan 27 kesên ku nêçîra neyasayî dikin hatine tespîtkirin û ceza li wan hatiye birîn.