Serê Kaniyê: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve “Pakrewangeha Şehîdan” kirine serbazgeh

28-12-2022
RÛDAW
Serê Kaniyê: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve “Goristana Şehîdan” kirine serbazgeh
Serê Kaniyê: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve “Goristana Şehîdan” kirine serbazgeh
Nîşan Pakrewangeha Şehîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozîsyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê “Pakrewangeha Şehîdan” a li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê xerab kirine û kirine kampeke serbazî.

Endamê Encûmena Kampa Serê Kaniyê Mihemed Haco ji Rûdawê re da zanîn ku piştî dagîrkirina Serê Kaniyê, artêşa Tirkiyê “Pakrewangeha Şehîdan” a li bajêr wêran kiribû û çekdarên opozîsyona Sûriyê jî goristan têk dane û kirine cihekî leşkerî.

Mihemed Haco diyar kir ku grûpên çekdar, cihê gorên Kurdên ku canê xwe ji dest dane, kirine xaleke leşkerî û tê de rahênan û perwerdeya serbazî dikin.

“Pakrewangeha Şehîdan” a li Serê Kaniyê di sala 2018an de ji aliyê Rêveberiya Xweser hatibû avakirin.

Dagirkirina Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarê Serê Kaniyê sala 2019an di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de ku navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” lê hatibû kirin, ji kontrola Rêveberiya Xweser derketiye. Her di çarçoveya heman operasyonê de bajarê Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû dagirkirin.

Ji wê roja ku Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat dagirkirin û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê heta niha, di binpêkariyên li hember welatiyên Kurd de li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst