Li Amedê 3 dever hatin qedexekirin

28-12-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Lîce Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Lîceyê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve 3 navçeyên niştecihbûnê di bin navê “herêma taybet ya ewlehiyê” de hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku îro roja Çarşemê 28ê Kanûna 2022an ji aliyê parêzgariya Amedê ve hatiye belavkirin, li navçeya Lîceyê ya Amedê taxa Xasor û gundikên Hevsel û Aliye di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de ji demjimêr 02.00ê 28 Kanûna 2022an heta demjimêr 23.59ê 3ê Çileya 20223an bo dema 7 rojan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çûna welatiyan bo wan navçeyan hatiye qedexekirin û hatiye îdiakirin ku qedexe “ji bo wê yekê hatiye ragihandin daku welatiyên diçin wan navçeyan zererê ji hêmanên neyasayî û tedbîrên li dijî wan bên wergirtin, nebînin.”

Ev di demekê de duh 27ê Kanûna 2022an li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê jî 11 dever di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan bo çûn û hatina welatiyan hatibûn qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst