Rêveberiya Xweser: Me 323 jin û zarokên DAIŞê radestî welatên wan kirine

28-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di sala 2021ê de, Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê 323 jin û zarokên DAIŞê radestî welatên wan kirine.

Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser hûrgiliyên hejmar û regeznameya jin û zarokên  DAIŞê ku di sala 2021ê de ji bo welatên wan hatine radestkirin dane Tora Medyayî ya Rûdawê.

Li gor lîsteya ku Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser daye Rûdawê, di sala 2021ê de, 323 jin û zarokên DAIŞê ji bo welatên wan hatine radestkirin ku ji wan 66 jin in.

Li gor amaran ew jin û zarok ji bo 19 welatan hatine radestkirin û hejmara herî mezin welatiyên Ozbekistanê bûne ku 24 jin û 68 zarok bûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst