HAK-PAR: Roboskî rûreşiya serdemê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ji bo salvegera komkujiya Roboskiyê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir “Roboskî rûreşiya serdemê ye.”

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di daxuyaniya xwe ya ji bo salvegera komkujiya Roboskiyê de  bûyera Roboskiyê şermezar kir û got “Ji vir berî deh sala, hêzên hewayîyên dewletê bi fermana fermandarên fermîyên dewletê 34 niştecîyên Kurd bombebaran kirin û kuştin. Qaşo gotin ku me van kesan PKK’yî hesibandîye ku lewra ew di wê rêya ku PKK têde hatûçû dike de derbas dibun. Dewletê tenê bi vê sedemê 34 gundîyên bêguneh qetil kir. Vaye deh sale ku buyera ROBOSKê hê jî zelal nebuye, nehatîye ronî kirin.”

HAK-PAR diyar kir ku Roboskî rûyê reş ê dewletê ye. Roboskê rûreşîya serdemê ye û wiha dibêje “Berpirsê Roboskê devleta Turk a reş û tarî ye. Dewlet heta ku vê buyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdare, qisûrdar û rûreş e. Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê rûreşîyê xilas bike, dive rojek zûtir ji malbatên kuştîya lêborîn bixwaze û xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Dewlet lazime tezmînatê bide binemalên mexdûrên Roboskîyê. Bi gef û golan, bi şirove û derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite. Lewra Roboskî şermezarîya serdem e.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Roboskî, dewama feraseta Dêrsim, û buyera Muglali a Ozalpê ye wiha berdewam kir “Hetanî niha gelek buyer û rûdan û qewmîn û serhildan di Kurdistanê de çêbune. Lê Gelê Kurd hê jî li benda çarelêkirina maf û berjewendîyên xwe yên netewî ye. Gelê Kurd îro jî çaverêyê azadî û demokrasiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd, kiryar û operasyonên leşkeri ne hewce ye. Lazime devlet dev ji vê sîyaseta kevnare berde, xwe ji fêm û fereseta kor rizgar bike.”

HAK-PAR di dawiyê de wiha got “Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tiştekî bike, ya bixêr ewe ku rojeke zûtir vê siyaseta xwe a ku dîlgirtîyê feraseta xwe a kevnare ye, berde. Rêya çareserkiriê gotûbêj e, diyalog û hevdîtin e. Lazime ku dewlet, bi hemu nûner û hêzên Kurdistanî yên aştixwaz û demokrat re, rûne û bi şêwazek aştîyane li ser çarelêkirînek mehqûl hevdengîyek pêk bîne. Hevdîtin û gengeşîyên aştîyane derîne rojevê. Lazime dewlet bi şêwazeke nu, di warê çareserîyê de, rêya şer û pevçûnan bi yekcarî bigre.”