Li Rihayê 11 xwendekarên keç birîndar bûn

28-12-2021
RÛDAW
Nîşan Çewlig Riha Sêwreg Xwendekarên Keç Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêwregê ya ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li xwendekarên ku ji dibistanê derediketin da. Di encama bûyerê de 11 xwendekarên keç  birîndar bûn.

Îro 28ê Kanûna 2021ê li taxa Firat a navçeya Sêwregê tomobîla bi hejmara  63 N 2215 li  xwedekarên Lîseya Anadol a Keçan ya Sêwregê da. Piştî bûyerê şofêrê wê otomobîlê  bilez ji cihê bûyerê reviya.  Li gor zanyariyan di encamê bûyerê de 11 xwendekarên bi navên Songul Otlu (16), Şahîbe Nur Kırmızıgul (17), Merve Yeşîldag (14), Zelal Kiliç (16), Gîzem Karaçali (17), Zelîha Erkut (16), Berfîn Bozdag (14), Feyîme Agirtaş (16), Remziye Tuka (16), Merve Altinyûzûk (16) û Emîne Gençdal birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê  gelek tîmên tendirûstî ber bi cihê bûyerê ve çûn, xwendekarên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê veguhastin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û hêzên ewlekariyê jî ji bo desteserkrina şofêrê ku reviyaye dest bi lêkolînan kirine.

Muxatarê taxa Firat ku bûyer lê çêbûye amaje bi wê yekê dide ku şofêr li wê taxê gelek bilez diçin û bang li wan dike ew lezê nekin û baldar bin.

Muxtarê Taxa Firatê Ahmet Ozkan di derbarê bûyerê de got “Dema belavbûna dibistanê, li vê caddeya me, otomobîl gelek bilez diçin û tên. Niha 11 xwendekarên me birîndar in. Spas bo xwedê ku birînên wan sivik in û metisiya wan a mirinê nîne. Ez  tikayê ji wan şofêrên ku vê sikakê bikartînin dikim zêdetir baldar bin. Ji ber ku di dema dibistanê de gelek xwendekar li vir diçin û tên. Spas bo xwedê ti pirsgirka birîndarên me tine ye. Înşallah carek din tiştek wiha nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst