Kê di dosyeya Komkujiya Roboskiyê de xemsarî kir?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelî û newalên Roboskê bêdengiya şevê bi dengê bombeyan têk çû. Di demjimêr 21.20ê şeva 28ê Kanûnê de 4 balafirên şer mirin bi ser welatiyan de barandin.

Serê sibeha wê şevê bav ji qidûm ketin, dayik bi girî û nalîn. Di 10emîn salvgera komkujiyê Roboskê de êşa malbatan hê jî wek xwe ye. Ji ber hemû dozên heta niha derbarê wê komkujiyê de li dadgehên navdewletî  û Tirkiyê hatine vekirin bê encam mane.  

Felek Encu, Dayika Erkan Encu rexneyan dike ku piştî 10 salan hêj ti kes ji bikerên komkujiyê nehatiye girtin û dibêje, “Ev deh sal in di ser me re derbas bûn ne faîlek hat dîtin û ne tiştek xistin destê me. Em mexdûr in kezeba me şewitî. Dayikên me ji dilê xwe mirin ji vê qehrê.”

Heybet Encu, Dayika Muhammet Encu jî gazinên xwe tîne ziman û radigihîne, “Ev çend sal in em li benda edaletê ne ti edalet nîne. Me ji cil û bergên wan zarokên xwe naskirin. Gelek bê serûber kiribûn. Yek ji wan serî pêve nebû.”

Halime Encu, Dayika Bîlal Encu amaje bi wê dike ku ew ti carî wê bûyerê ji bîr nakin û tekez dike, “Em di heyatê de ji bîr nakin, ne deh sal, deh hezar sal jî derbas bibin em ji bîr nakin. Ne bi qeza an filan an bêvanan, bi zanebûn ev yek kirin. Gotin em dê vê komkujiyê bikin û Kurdan biqelînin.”

Herî dawî 17ê Gulana 2018ê Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe ya 15 rojan de amade nekirine dosyeya doza Komkujiya Roboskê red kir. Redkirina dozê hê jî di navbera HDP û Baroya Şirnexê de aloziyeke û herdû alî hevdû bi xemsariya di dozê de tohmetbar dikin. Hevserokê Rêxistina Stenbolê ya HDPê Ferhat Encu ku di bûyerê de 28 kes ji malbata xwe ji dest dane, Baroya Şirnexê tohmetbar dike.

Ferhat Encu, kesûkarê qurbaniyan dibêje, “Me dosyeyên xwe radestî Baroya Şirnexê kirin. Di hêla şopandinê de me got hûn dê dozê bişopînin. Hûn dê li gor wê bersiv bidin û tevbigerin, lê mixabin ev pêknehat û xemsarî hat kirin.”

Lê serokê wê demê yê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî li ser van gotinên Ferhat Encu ji Rûdawê re got, wan ti xemsariyek di dozê de nekirine û Komîsyona Hiqûqê ya HDPê tohmetbar kir.

Nuşîrvan Elçî, Serokê Berê yê Baroya Şirnexê dibêje, “Sûcdar ji xwe nînin lê sûcdarek hebe, hiqûqnasên komîsyona HDPê ne. Ji ber ku wan ev kar dimeşand. Ez ji vê yekê re hazir im bila werin em semînerekê, sempozyumekê li ser vê yekê çêbikin...”

Şeva 28ê Kanûna 2011an li gundên Bêcih û Roboskê yên Qilabana ser bi Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin, di dema vegerê de li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ve bikom hatin kuştin, di demekê de ku hêzên ewlekariyê ji bazirganiya ser sînor agahdar bûn. Lê heta niha jî derbarê wê komkujiyê de ti berpirsên Tirkiyê nehatine darizandin û ceza kirin.

Pirs ev e gelo kê xemsarî di doza komkujiyê de kir? Lê pirs bê bersiv e û xala hevbeş a herdu aliyên bi dozê re peywendîdar ew e ku biryara red kirina dozê wek siyasî dibînin û hevdû bi xemsariyê tohmetbar dikin.