Hewlêr (Rûdaw) - Aktîvîsta Kurd Nurcan Aktay behsa proseya nivîsandina pirtûka “Nameyên Roboskiyê” kir û got, “Dema Kurd dimirin li ber çavên dewletê û civaka Tirk hejmar in. Hizra pirtûkê ji wê derket; em ne hejmar in, em mirov in û çîroka me jî heye.”
Nurcan Aktay, aktîvîst û koordinatora berê ya Mazlum-Derê, beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa proseya nivîsandina pirtûka bi navê “Nameyên Roboskiyê” kir ku yek ji nivîskarên wê berhemê ew bi xwe ye.
Îro 9 sal di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn ku di encama êrişeke firokeyên şer ên Tirkiyê de piraniya wan ciwan 34 kes bûbûn qurbanî.
Heta niha li ser wê komkujiyê ti berpirsek nehatiye cezakirin, lêbelê gelek berhem li ser qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê hatine nivîsîn.
Yek ji wan berheman “Nameyên Roboskiyê” ye û Nurcan Aktay derbarê nivîsandina vê pirtûkê de dibêje, “Ev qetlîam ji serî heta dawiyê tiştek balkêş û trajîk e. Dema ev qetlîam çêbû dengek ji çapemeniya Tirk derneket, heta qedexe jî li ser hebû. Heta rojek din tenê hejmar dihatin dayîn. Lê dema li Tirkiyê leşkerek an polîsek dimre, çend zarokên wî hebûn, dergistiya wî hebû an na, zewicîbû, hevjîna wî ducanî bû! û çîroka wan bi her awayî didin.”
Derbarê proseya nivîsandina pirtûkê jî Aktay got,“Gava ku Kurd dimirin li ber çavên dewletê û civaka Tirk hejmar in. Hizra pirtûkê ji wê derket, em ne hejmar in, em mirov in û çîroka me jî heye. Pirtûka wan nameyan wisa destpê kir.”
Li ser çawaniya nivîsandina wan nameyan aktîvîsta Kurd Nurcan Aktay dibêje, “Dema me name dinivîsîn em li dayik, bav, xwîşk û bira û nasên wan digeriyan. Çîroka wan çi ye, çi kar dikirin, me ji wan agahî werdigirtin û li ber wan agahiyan çîrok dinivisandin.”
Herwiha Aktay got 36 name hatine nivisandin lê ew bi xwe 34 qurbanî ne, 2 kesên din jî di operasyonan de hatin kuştin û wan jî lê zêde kirine û paşê li gor kronolojiyê hatin sererastikirin û pirtûk hat çapkirin.
Li ser pirsa “rayedarên dewleta Tirk dibêjin xemsarî û şaşiyeke îstîxbarî çê bûye, eger wisa be jî qet cezayek û berdêlek xemsariyê û şaşiyê wê tunebe ku 34 kes tê de bûne qurbanî?” Aktay tekez dike, “Xemsarî ne mimkûn e, çima ne mimkûn e, ev bazirganiya tê kirin ku dewlet jê re dibêje `qaçaxcetî` ev ji berê ve tê kirin û leşker jî vê dizanin.”
Aktay dibêje, “Nasên qurbaniyan digotin vê rewşê dewlet jî dizane û leşker jî dizane. Di wî sînorî de her roj di navbera 200-300 kes diçin û tên. Leşker wan nav bi nav dizane, yek ev e ku nabe xemsarî.”
Aktay bal kişand ser biryara operasyonê û got, “Ya pir giring jî ev e, operasyon li dervêyê sînor çêbûye û leşker nikare bi îradeya xwe vê biryarê bide, divê vê biryarê siyasetmedar bidin, ji ber ku destûra tezkereyê di destê siyasetmedaran de ye. Dizanin ku ev ne xemsarî ye, bi zanebûn e, bi qestî hatiye kirin.”
Li ser aliyên hevbeş yên Komkujiya Roboskî û kuştina 33 kesan di sala 1943an de ji aliyê Mustafa Muglali ve ku fermandarê artêşa Tirkiyê bû li Wanê, Aktay dibêje, “Nêrîna dewletê derbarê Kurdan de neguheriye.”
Herwiha Nurcan Aktay amaje bi wê jî dike ku hêvî ji Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) hebû, lê ji ber kêmasiyan DMMEyê jî ev doz red kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse