Selahedîn Bahadîn careke din bû Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya giştî ya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê îro dest pê kir û di yekem roja wê kongreyê de Selahedîn Bahadîn careke din weke Sekreterê Giştî yê wê partiyê hat hilbijartin.

Kongreya 8mîn a Yekigirtûya Îslamî ya Kurdistanê îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir û endamên wê partiyê ji bo hilbijartina sekreterê giştî deng dan.

Di encama dengdanê de Selahedîn Bahadîn bo heyama 4 salan careke din weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê hat hilbijartin.

Ji bo destnîşankirina sekreterê giştî, 902 endamên wê partiyê deng dan. Ji wan jî 10 deng betal bûn û 4 deng jî pûç bûn.

Di encama wê proseyê de Selahedîn Bahadîn jî 546 deng bidestxistin û weke sekreterê giştî yê wê partiyê hat hilbijartin.

Ebubekîr Karwanî jî ku ew jî berbijêr bû bo postê sekreteriya giştî yê wê partiyê 342 deng wergirtin.